Li Hewlêrê 2 kes ji ber kuştina ajelekî kûvî hatin desteserkirin

.

 Birêvebiriya Asayîşa Hewlêrê ragihand ku piştî şopandina Rûdawê du tometbarên ku di dîmenekî de ajelekî kûvî kuştine hatin desteserkirin.

Birêvebiriya Asayîşa Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û tê de got, "Desteserkirin piştî wê yekê hat ku dîmenek li ser tora civakî ya TikTokê belav bû.

Di dîmen de diyar dibû ku çend kes li taxeke bajarê Hewlêrê, ajelekî kûvî yê ku zerera wî ji bo mirovan nîne, dikujin û perçe perçe dikin."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Piştî şopandin û eşkerekirina nasnameya tometbaran, bi fermana dadwerê lêkolînê yê Asayîşa Hewlêrê, du tometbarên bi navên (S.E.X) û (E.L.E) hatin desteserkirin."

Li gorî Asayîşa Hewlêrê, "Ew her du tometbar bi kuştin û perçekirina ajel û têkdana jîngeh û xwezaya bajarê Hewlêrê hatine tometbarkirin."

Siyaset Haberleri

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist
Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin