Li herêma Omeriyan hestiyên kesekî/ê hatin dîtin

Li herêma Omeriyan, di şikefteke deriyê wê bi keviran hatiye girtin de hestiyên mirovekî/ê hatin dîtin. Tê gotin dibe ku ev hestî aîdî kesên di salên 90'î de hatine windakirin bin.

Li herêma Omeriyan, di şikefteke deriyê wê bi keviran hatiye girtin de hestiyên mirovekî/ê hatin dîtin. Tê gotin dibe ku ev hestî aîdî kesên di salên 90'î de hatine windakirin bin. 
Li herêma Omeriyan a Nisêbîna Mêrdînê, dema gundî û koçeran heywanên xwe diçêrandin ji ber baranê zêde berê xwe didin şikefteke deriyê wê bi keviran hatibû girtin. Dema deriyê şikeftê vekirin û ketin şikeftê hestiyên mirovekî/ê dîtin. Ev şikeft di navbera gundê Şabanê, Serêkaniyê û Stilîlê de li cihekî heye û wekî Newala Rişvan jî tê binavkirin. Hestiyên hatin dîtin hestiyên serî, mil û lingan û parxwanên mirovekî/ê ne. Lê nehat zanîn ev hestî ên kê ne. 
 
Ji bo cenazeyê li şikeftê, gundiyan bilêv kir ku ew ê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê bidin. Tê payîn ku piştî serlêdanê wê ÎHD gilî bike û piştî gilîkirinê jî ger dozger li ser bisekine wê aşkere bibe ku hestiyên navbirî ên kê ne.  Ji ber devê şikeftê bi keviran hatiye girtin tê texmînkirin ku dibe ev hestî aîdî kesekî/e di salên 90'î de hatibe windakirin bin. 
 
çavkanî: M.A

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan