Li Herêma Kurdistanê di rojekê de hezar û 597 kes bi Covid-19ê ketine û 24 kes jî pê mirine

Li Herêma Kurdistanê di rojekê de hezar û 597 kes bi Covid-19ê ketine û 24 kes jî pê mirine

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihandiye, ku di 24 saetên dawin de hezar û 597 kes bi Covîd-19ê ketine û 24 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.

 Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 597 kesên din peyda bûye. 24 kes jî mirine. Her weha 475 nexweş jî baş bûne.

 Di rojekê de test ji bo 7 hezar û 54 kesan hatiye çêkirin.

 Li Herêma Kurdistanê li gorî daneyan heta niha 71 hezar û 752 kes nexweş ketine. 2 hezar û 361 kes bi Covîd-19ê mirine. Hejmara nexweşên baş bûne 40 hezar û 909e. (AY)

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê