Li Herêma Kurdistanê 9 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê belav kirin. 

      

Nexweşxaneyeke Koronayê li Herêma Kurdistanê

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 201 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 9 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 201 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku jê 54 kes li Hewlêrê, 34 kes li Silêmaniyê, 103 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 8 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand; 9 kesan ji ber vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 1 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê û 4 kes li Duhokê, 2 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ne.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, di 24 demjimêran de 114 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 100497

Mirin: 3300

Başbûn: 64963

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?