Li herêma Kurdistanê 27 pêketiyên din ên vîrusa korona jiyana xwe ji dest dan

.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 573 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 27 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 573 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 161 kes li Hewlêrê, 102 kes li Silêmaniyê, 260 kes li Duhokê, 14 kes li Helebceyê,  30 kes li Germiyanê, 6 kes li Raperînê, û ne.

Herwiha ragihand; 27 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 7 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 9 kes li Duhokê û 2 kes li Raperînê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 398 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 89029

Mirin: 2815

Başbûn: 54856

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin