Li Herêma Kurdistanê 26 kesên din bi Koronayê can dan

.

Li Herêma Kurdistanê 26 kesên din bi Koronayê can dan û zêdetirî 1100 kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên derbasbûyî de hezar û 137 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine.

Wezaretê her wiha da zanîn, ji duhî de 26 kes bi Koronayê mirine û 513 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Li gorî amarên han, hejmara pêketiyan li Herêma Kurdistanê gihîşt 78 hezar û 216 kesan. Hejmara kesên ku baş bûne jî gihîşt 43 hezar û 858 kesan û hejmara miriyan jî gihîşt 2 hezar û 509 kesan.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?