Li Herêma Kurdistanê 24 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 595 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 24 kesan jî bi wê vîrûsê canê xwe jidest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de, 24 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan, ji wan 10 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Raperîn û 5 kes li Duhokê ne.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, 595 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 189 kes li Hewlêrê, 112 kes li Silêmaniyê, 33 li Germiyanê, 231 kes li Duhokê û 30 kes li Helebceyê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 29347 (Hewlêr: 11989, Silêmanî: 12065, Duhok: 4368, Helebce: 925)

Mirin: 1098 (Hewlêr: 418, Silêmanî: 609, Duhok: 54, Helebce: 17)

Başbûn: 18520 (Hewlêr: 7947 , Silêmanî: 8182, Duhok: 1553, Helebce: 837)

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) bikin.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?