Li Herêma Kurdistanê 23 kesên din bi Koronayê mirin

.

Li Herêma Kurdistanê 23 kesên din bi Koronayê mirin û nêzîkî 400 kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 389 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin û 325 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Wezaretê her wiha da zanîn, ji duhî de 23 kes jî bi Koronayê mirine.

Li gorî amarên han, hejara pêketiyên Koronayê yên ku heta niha li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin, gihîşt 97 hezar û 5 kesan. Ji wan pêketiyan, 60 hezar û 688 kes baş bûne û 3 hezar û 169 kes jî mirine.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê