Li Herêma Kurdistanê 23 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

.

 Li Herêma Kurdistanê 23 kesên din bi Koronayê can dan û zêdetirî 1200 kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Kurdistanê ragihand, di 24 saetên borî de hezar û 235 kes bi Koronayê ketine û 23 kes jî bi Koronayê mirine.

Wezaretê her wiha da zanîn, ji duhî de 114 nexweşên Koronayê li Helwêrê baş bûne, 304 li Duhokê, 21 kes li Helebce, 29 kes li Germiyan baş bûne. Di mehekê de jî 5 hezar û 968 nexweşên Koronayê li Silêmaniyê baş bûne.

Bi vî rengî, hejmara giştî ya pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 79 hezar û 451 kesan. 50 hezar û 294 kes baş bûne û 2 hezar û 532 kes jî mirine.

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin