Li Herêma Kurdistanê 21 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 21 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe jidest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de, 684 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 229 kes li Hewlêrê, 60 kes li Silêmaniyê, 30 kes li Germiyanê û 337 kes li Duhokê û 28 kes li Helebceyê ne. Herwiha 283 pêketiyên Koronayê baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, 24 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan, ji wan 5 kes li Hewlêrê, 10 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Germiyanê û 8 kes li Duhokê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 48494 (Hewlêr: 17905, Silêmanî: 16245, Duhok: 12623, Helebce: 1721)

Mirin: 1770 (Hewlêr: 569, Silêmanî: 898, Duhok: 266, Helebce: 37)

Başbûn: 30888 (Hewlêr: 14229, Silêmanî: 10238, Duhok: 4812, Helebce: 1609)

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) re bikin.

   

 

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan