Li Herêma Kurdistanê 20 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 20 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe jidest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de, 666 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 219 kes li Hewlêrê, 108 kes li Silêmaniyê, 27 kes li Germiyanê û 271 kes li Duhokê, 41 kes li Helebceyê ne.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, 20 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan, ji wan 3 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Raperîn û 9 kes li Duhokê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 43989 (Hewlêr: 16308, Silêmanî: 15396, Duhok: 10765, Helebce: 1520)

Mirin: 1592 (Hewlêr: 539, Silêmanî: 816, Duhok: 208, Helebce: 29)

Başbûn: 28153 (Hewlêr: 12862, Silêmanî: 9850, Duhok: 4730, Helebce: 1414)

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) re bikin.

 

Kurdîstan Haberleri

Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir