Li Herêma Kurdistanê 20 kesên din bi Koronayê can dan

Li Herêma Kurdistanê 20 kesên din bi Koronayê can dan

Li Herêma Kurdistanê 20 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan û zêdetirî 900 kesên din jî bi Koronayê ketin.

Wezareta tenduristiya Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 912 bi Koronayê ketine û 20 kes jî bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Wezareta tenduristiyê her wiha da zanîn, ji duhî de 194 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Li gorî amarên han, hejmara pêketiyên Koronayê yên ku heta niha li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin, gihîşt 58 hezar û 277 kesan. 35 hezar û 899 kes ji wan baş bûne û 2 hezar û 60 kes jî mirine.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê