Li Herêma Kurdistanê 19 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 545 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 19 kesan jî bi wê vîrûsê canê xwe jidest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de, 545 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 193 kes li Hewlêrê, 99 kes li Silêmaniyê, 19 kes li Germiyanê, 211 kes li Duhokê û 23 kes li Helebceyê ne.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, 19 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan, ji wan 4 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê û 7 kes li Duhokê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 34230 (Hewlêr: 13575, Silêmanî: 13065, Duhok: 6451, Helebce: 1139)

Mirin: 1265 (Hewlêr: 469, Silêmanî: 690, Duhok: 87, Helebce: 19)

Başbûn: 21556 (Hewlêr: 9752, Silêmanî: 8708, Duhok: 2052, Helebce: 1044)

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) bikin.

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!