Li Giwêr û Mexmûrê 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

.

Fermandarê Mîhwera Giwêr û Mexmûrê Sîrwan Barzanî ragihand; di encama bombebarana firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de li sînorê Giwêr û Mexmûrê 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Sîrwan Barzanî ji Kurdistan24ê re ragihand ku ew çekdarên DAIŞê li deverên navbera hêzên Iraqî û hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê, xwe veşartibûn.

Fermandarê Mîhwera Giwêr û Mexmûrê Sîrwan Barzanî herwiha eşkere kir: “Di du rojên derbasbûyî de ji aliyê firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ve bombebaranên sift li wan deveran hatin kirin û hejmarek tunel û şikeftên xweveşartinê yên wan çekdaran hatin xerakirin.”

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?