Li Girê Spî du keçik ji aliyê çekdarên Tirkiyê ve hatin revandin

Çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê 2 keç ji bajarokê Girê Sipî revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov belav kir, 2 keçikên ji Hesekê dixwastin bi riya Girê Sipî re derbasî Tirkiyê bibin lê ji aliyê çekdaran ve hatin revandin.

Rewangehê amaje bi wê da, nayê zanîn çekdaran ew her du keç bi kû ve birine û çarenivîsa wan ne diyar e.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran di Cotmeha 2019an de êrîşî ser Girê Sipî û Serê Kaniyê kirin û dagîr kirin. Ji wê demê ve jî rê nadin ku kurd derbasî wan her du herêman bibin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?