Li Girê Sipî û Babê du teqîn çê bûn

.

Li Girê Sipî li bakurê Reqayê  û li Babê li bakurê rojhilatê Helebê di heman demê de du teqîn çê bûn, di encama herdû teqînan de 2 kes hatin kuştin û hijmarek kesên din birîndar bûn.

Li gor çavkaniyên xwecihî, li gundê Zêdiyê li başûrê Silûka Girê Sipî li bakurê Reqayê di encama armancgirtina rêbendeke Artêşa Niştîmanî ya ser bi Tirkiyê ve, çekdarek hat kuştin û du çekdarên din birîndar bûn.

 Herwih di heman demê de li bajarê Babê ku li jêr kontrola opozisyinê ye, otombîleke bombekirî teqiya.

Di encama wê teqînê de jî sivîlkê cane xwe ji dest da û yekî din jî birîndar bû.

Roja duşema borî her li bajarê Babê di encama teqînekê de çend depoyên sotemeniyê şewitîn.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?