Li Fînlandiya Kurdek û Somalîyek weke penaberên salê hatin hilbijartin

Li Fînlandiya, rexistinek ku salane jin û zilamekî weke penaberên salê hildibijêre, îsal penaberekî Kurd ê ji Rojhilata Kurdistanê û jineke ji Somalî weke penaberên salê hilbijart.

Rêxistina “Suomen Pakolaisapu” ya li welatê Fînlandiya ku salane jin û zilamekî weke penaberê salê hildibjêrê, jina kirêkara ji Somalî Ferhiya Ebdî weke jina penabera salê û Mam Kurdnejad Îbrahîmî yê wergêr, weke zilamê penaberê salê hilbijart.

Ferhiya Ebdî di sala 2008an de çûye welatê Fînlandiya û bi rêya çend pîşeyan karkerî û çavdêriya salaçûyên Fînlandî ve, kompanyayeke pîşeyî damezrandiye.

Mam Kurdnejad, penaberekî Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Di sala 2006an de, ji ber çalakiyên siyasî neçar bûye ji Îranê derkeve û mafê penaberiyê li welatê Fînlandiya bistîne.

Mam Kurdnejad li welatê Fînlandiya wergêrê penaberan e û bi rêya Youtube bi awayekî xwebexşane çanda Fînlandî fêrî penaberên Kurd kiriye.

Piştî hilbijartina penaberên salê, Encûmena Penaberên Fînlandiya di derbarê Ferhiya û Mam Kurdnejad ragihand: ‘‘Ev du penaber, ji bilî êş û janê di jiyana xwe da tişt nedîtine, lê belê hîn jî nêrîneke wan a erênî di derbarê jiyanê de di wan de heye û em bi vê hilbijartinê dixwazin çalakiyên erênî yên penaberan zêdetir berçav bigrin.’’

 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?