Li Eşrefiye û Şêx Meqsûdê ji ber ambargoyê dibistan hatin girtin

.

- Li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê yên Helebê, ji ber ambargoya hatiye danîn û nebûna sotemeniyê 13 dibistan hatin girtin.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Taxên Eşrefiya û Şêx Meqsûdê ragihand ku ji ber ambargoya hikûmeta demkî ya Şamê sotemenî li navendên xwendinê nemaye û wan biryara girtina dibistanan daye.

Li gorî biryarê, 13 dibistanên girêdayî Rêveberiya Xweser û dibistanên hevbeş ên li gel hikûmeta demkî heta piştî sersalê nayên vekirin.

“Sotemenî nema, derûnî xera bû”

Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Zehîde Reşîd li ser sedemên girtina dibistanan ji ANHAyê re axivî û got:

"Di encama ambargoya ku hikûmeta demkî daniye ser her du taxan sotemenî li navendên perwerde û fêrkirinê nema.

Di heman demê de rewşa heyî bandor li psîkolojiya xwendekaran kiriye."

Zehîde Reşîdê diyar kir ku wan rewşa xwendekaran şopandiye û dîtine ku rêjeya çûna dibistanan ji sedî 60 kêm bûye.

4 hezar xwendekar bê pirtûk in

Zahîde Reşîdê da zanîn ku ambargo ne tenê bandorê li germkirinê dike, her wiha bûye sedem ku xwendekar bê materyalên xwendinê bimînin û wiha axivî:

"4 hezar xwendekarên ku li gorî bernameya Rêveberiya Xweser li her du taxan dixwînin, ji ber ambargoyê bê pirtûk mane."

Hevseroka Komîteyê bang kir ku demildest ambargoya li ser taxan were rakirin.

25 hezar xwendekar li van dibistanan in

Li gorî amaran, li Şêx ;eqsûd û Eşrefiyê bi giştî 13 dibistan hene.

Ji vana 3 dibistan rasterast girêdayî Rêveberiya Xweser in û 10 jî dibistanên hevbeş ên hikûmeta veguhêz û Komîteya Perwerdeyê ne.

Li van dibistanan nêzîkî 25 hezar xwendekarên qonaxên seretayî, navîn û amadehiyê perwerdeyê dibînin.

Komîteya Perwerde û Civaka Demokratîk a Helebê, bi şêwirmendiya Yekîtiya Mamosteyan û Yekîtiya Xwendekaran rewşê dişopîne.

Hat diyarkirin ku eger şert û merc neyên guhertin, îhtimal heye ku girtina dibistanan heta piştî 4ê Kanûna Paşîn a 2026an were dirêjkirin.

Siyaset Haberleri

Nûnerê MSDê: Êrîşên li ser taxên Kurdan ên Helebê bi fermana Enqereyê ne
22 hezar û 988 bermayîkên teqemeniyên şer hatin pûçkirin
Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê pîrozbahî li alîgirên Yaneya Zaxoyê kir
Keçeke Kurd a Efrînî li Danîmarkayê Ala Kurdistanê dixe pirtûkeke dibistanê
Li Efrînê ENKS û PDK-Sê Roja Alaya Kurdistanê bi çalakiyekê pîroz kirin