Li Erziromê di nava 9 zimanan de zimanê Kurdî tine

Li bajarê Erziromê, Şaredariya Yakûtiye li seranserê bajêr li ser bîlbordan bi 9 zimanan hişyariya vîrûsa koronayê da, lê belê di nava wan zimanan de zimanê Kurdî tine ye.


Li bajarê Erziromê, Şaredariya Yakûtiye li seranserê bajêr li ser bîlbordan bi 9 zimanan hişyariya vîrûsa koronayê da, lê belê di nava wan zimanan de zimanê Kurdî tine ye.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, tevî ku li navçeya navend a Yakûtiye herî zêde welatiyên Kurd dijîn, Şaredariya Yakûtiye ku ji aliyê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ve tê birêvebirin, li ser bîlbordan bi 9 zimanan hişyariya vîrûsa koronayê da.

Li ser afîşan bi zimanên Tirkî, Erebî, Azerî, Îngilîzî, Rûsî, Gurcî "Ji kerema xwe maskan bi kar bînin" hatiye nivîsandin, lê di nava wan zimanan de zimanê Kurdî ku nîvê wê navçeyê bi kar tîne, tine ye.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?