Li Êlihê zirxpoşek hewl dide zarokekî Kurd biperçiqîne

.

Belavbûna dîmenekî vîdeoyî yê hewldana perçiqandina zarokekî Kurd ê akinciyê bajarê Êliha Bakurê Kurdistanê li ser torên civakî ji aliyê zirxpoşeke ser bi rêveberiya polîsên bajêr ve bû sedema gelek karvedanan.

Di wî dîmenî de ku li Taxa Rezan a Êlihê hatiye tomarkirin û ji aliyê rêxistina HDPê ya Êlihê ve li ser torên civakî hatiye belavkirin, zirxpoşeke rêveberiya polîsên Êlihê bilez dikeve meydanekê ku hejmarek zarok û xort lê kom bûne.

Wek di dîmen de tê dîtin, ku bi mobaîla welatiyekî li nêzîkê cihê bûyerê hatiye tomarkirin, zarok bo wêya ji aliyê zirxpoşê ve neyên perçiqandin, direvin û hewl didin xwe rizgar bikin. Zirxpoş ranaweste û dide pey zarokekî û hewl dide biperçiqîne, piştre zarok xwe xelas dike.

Rêxistina HDPê ya Êlihê roja Yekşemê 28ê Sibata 2021ê li ser tora civakî Twitterê ew dîmenê vîdeoyî belav kiriye û daxwazê ji Wezareta Navxwe ya Tirkiyê û hêzên ewlekariyê dike ku bên ser xetê û lêpirsînê derbarê wan kesan de bidin destpêkirin ku bi wî awayî tevdigerin.

Heta niha ti aliyekî fermi derbarê bûyerê de neaxifî ye.

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin