Li Êlihê dormîşa karkeran qezaya kir û 14 kes birîndar bûn

.

Li Êlihê dormîşa karkerên tekstîlê qeza kir û 14 kes birîndar bûn.  

Duh di saetên evarê de li Êlihê serwîsa karkeran û wesayîteke taybet li hev qelibîn û qezaya trafîqê çêbû. Di qezayê yek jê giran 14 kes birîndar bûn. Qeza li ser rêya di navbera Farqîn û Êlihê de di navbera gundê Kanîkê û Malêgir de pêk hat. Dormîşa ku karkerên tekstîlê ji Êlihê dibir bajaroka Kaniyahenê li wesayîteke taybet qelibî. Ambûlansên ku hatin cihê bûyerê birîndaran rakirin nexweşxaneyên Êlihê. 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?