Li Elbakê qezaya trafîkê

Wesayîteke ku ber bi Colemêrgê ve diçû, di derketina Elbakê de li dîrekeke ceryanê qelibî û ajokarê wê jiyana xwe ji dest da.

Wesayîteke ku ber bi Colemêrgê ve diçû, di derketina Elbakê de li dîrekeke ceryanê qelibî û ajokarê wê jiyana xwe ji dest da. 

Wesayîta bi pîlaqeya 65 NP 428 ku ji Wanê ber bi Colemêrgê ve diçû, di derketina navçeya Elbakê de ji rê derket û li dîrekeke ceryanê qelibî. 

Di encama qezayê de ajokarê wesayîtê ku navê wî nehat hînbûn, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Piştî qezayê ekîbên TEDAŞ'ê hatin cihê bûyerê, xesara ku gihîştibû dîrek û têlan tamîr kirin. Li ser vê yekê rê careke din ji tarfîqê re hat vekirin. 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?