Li Efrînê zarokek û kalekî 70 salî hatin kuştin

.

Li Efrînê endamên koma paramîlîter Firqet El Hamzayê zarokek û extiyarekî sivîl kuştin û ciwanek jî birîndar kirin. 

Li gor nûçeya ANHA'yê ku dispêrê çavkaniyên herêmî, li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrewa yê Efrînê endamên koma paramîlîter Firqet El Hemzeyê ku Tirkiye piştgiriya wê dike, Abdûlrahman Hemo yê 70 salî û Hemû Cengîz Necar ê 14 salî kuştine. Hat diyarkirin ku gava Hemo û Necar çûne nav erdên xwe, hatine guleberankirin. 

Hat destnîşankirin ku di otopsiya zarokê 14 salî de hatiye tespîtkirin ku 40 gule li laşê wî ketine. 

Her wiha hat gotin ku ciwanê bi navê Mesûd Mecîd Cemo yê 30 salî yê sivîl jî birîndar bûye. 

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê