Li Efrînê teqînek çêbû: 2 çekdar û zarokekî 9 salî birîndar bûn

Li Efrînê teqînek çêbû: 2 çekdar û zarokekî 9 salî birîndar bûn

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, teqînek çêbû, piştre li taxa Eşrefiyê li nêzîkî koma bi navê “Oso” yên girêdayî milîsên “Cebha El-Şamiyê” lîstokên agirî hatin avêtin.

Li gor zanyariyên ji Afrînpostê, di 24ê mehê de li Efrînê teqînek çêbû û di encama teqînê de 2 çekdar û zarokekî 9 salî birîndar bûn.

Hat diyarkirin, teqîn bi armanca tolhildanê pêk hat.

Herwiha hat eşkerekirin, kesê ku bombe avêt navenda milîsan, birayê kesê ku sala borî ji aliyê çekdarên navenda teqiyayî ve li sûka Hal hat kuştin û kesê armancgirtî jî ji malbata kujerê birayê wî bû.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?