Li Efrînê teqîna mayînê: 2 zarokan can da, 2 jî birîndar bûn

.

 Li gundê Mezin ê bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, 2 zarokan di encama teqîna mayînekê de can da û du zarok jî bi giranî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan li gundê Mezin ê Efrînê zarokên bi navê Azad Îbrahîm Hisên ê 12 salî û Dilyar Hamo Hisên ê 11 salî di encama teqîna mayînekê de bi giranî birîndar bûn û piştî rakirin nexweşxaneyê can dan.

Herwiha hat zanîn zarokên bi navên Hisên Îbrahîm Hisên ê 10 salî û Nerîn Mihemed Hisên a 16 salî jî di encama teqînê de bi giranî birîndar bûn û niha li nexweşxaneyê jiyana wan di xetereyê de ye.


 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?