Li Efrînê teqîn.. Kuştî û birîndar hene

.

Li gundê Basûtê yê Efrînê motorsîkleke bombekirî teqiya û di encamê de kuştî birîndar hene.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re got, îşev motorsîkleke bombekirî li gundê Basûtê li pêş xwaringeha Hinar teqiya. Di encamê de 2 kesên li motorsîklê siwar bûbûn canê xwe ji dest dan û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Roja 26ê vê mehê jî li nav bajarê Efrînê  motorsiklêtek teqiya û di encama teqînê de 2 kesan  canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûbûn.

Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, rewşa ewlehiyê bi yekcarî têk çûye û gelek teqîn rû dane û welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?