Li Efrînê nav 2 mehan de zêdetirî 200 hemwelatiyên Kurdi hatine revandin

.

Di nava du mehên borî de zêdetirî 200 welatiyên Kurd li Efrînê ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand; ji bilî serbestberdana hejmarek welatiyên Kurd ji aliyê komên çekdar ve, ku beşek ji wan du sal bûn hatibûn girtin, proseya revandina welatiyên Kurd berdewam e.

Rêxistinê destnîşan kiriye ku di nava du mehên borî de zêdetirî 200 welatiyên Kurd ku di nav wan de hejmarek jin jî hene, ji aliyê komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hatine revandin û ji wan tenê 20 kes hatine berdan.

Li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, çarenûsa 600 welatiyên Kurd li Efrînê hê jî ne diyar e.

Di 18ê Adara 2018an de Tirkiye û komên çekdar ên ser bi wê ve, Efrîn dagir kirin.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê