Li Efrînê milîsan 10 welatiyên Kurd binçav kirin

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, milîsên “polîsên sivîl” 10 welatiyên Kurd ji şêniyên gundê Qêsim ê navçeya Raco, bi tohmeta ku berê di dema Rêveberiya Xweser de derdiketin nobetên parastinê binçav kirin.

Li gor zanyariyên ji Afrînpostê, roja Yekşemê 11ê Cotmeha 2020an, dadgeha Raco gazî wan 10 welatiyan kir ku li navenda wê ya li bajarokê Raco amade bibin. Lê belê milîsan ji xwe re fersend dît û bi lez ew deh welatî binçav kirin. Pişt re milîsan her yek ji wan beramberî 1000 lîreyên Tirkî berdan.

Herwiha hat destnîşankirin ku ji nava kesên binçavkirî, kesayeta naskirî Tahir Silêman Dîko hebû ku ew di salên berê de ji aliyê hêzên ewlehiyê yê rêjîmê ve hatibû binçavkirin.

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin