Li Efrînê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 3 xaniyên koçberên Kurd firotin  

.

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, bazirganiya mal û milkên şêniyan didome. Herî dawî li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê, sê xaniyên koçberên Kurd hatin firotin.

Li gor zanyariyên ji Afrinpostê, çekdarekî ji parêzgeha Humsê xaniyek li taxa Eşrefiyê, li nêzîkî mizgefta Bîlal, bi 1200 dolarî firot, ku xwediyê wî şêniyê Kurdekî koçberkirî Mihemed Elî ye û ji şêniyên gundê Alkana yê navçeya Şiyê ye.

Herwiha li taxa Eşrefiyê û li heman deverê, niştedagîrekî ji bajarokê Dêr Cemal xaniyek ê şêniyekî Kurd Sardar Mustafa, bi 1000 dolarê Amerîkî firot û kirîvan jî, ji devera Qalamoun li gundewarê Şamê ye.

Herî dawî çekdarek ji milîsên Cebha El-Şamiyê, xaniyekî ku şiqeyeke û Qebo ye, li taxa Eşrefiyê ya jorî herêma pîşesaziyê, firot. Ew xanî yê şêniyekî Kurd ê koçberkirî bi nave Feryal Ehmed, ji gundê Mezin, û kirîvan jî niştedagîrekî ji Xûtaya Rojhilat e.


 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!