Li Efrînê komên çekdar 10 xort û 2 jin revandin

Ji du gundên Efrîna Rojavayê Kurdistanê, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve hejmarek kes revandin. Di nava wan de 2 jin jî hene.

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê diyar kir, koma Polîsa Leşkerî do 25ê Cotmehê bi ser gundê Kefirsefrê yê navçeya Cindirêsê de girt û 10 xort û 2 jin revandin.

Hat destnîşankirin, navên hin kesên revandî hatin piştrastkirin wiha ne: Mustefa Mihemed Xilo, Egîd Mustefa Xilo, Şiyar Ebdilrehman Xilo, Ebdo Bedrî Exres, Hesen Eyûb Ebdo (astengdar e) Mustefa Nûrî Nebatî, Fatime Subhî Nebatî, Almas Tomî û Riyad Diqo Murad.

Li Efrînê niha werzê çinîna zeytûnan e. Komên çekdar ji bo destê xwe deynin ser berhemên wan û pereyan ji cotkaran bistînin, zordariyeke mezin li gundiyan dikin.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?