Li Efrînê grûpên çekdar bi hev ketin!

Li Efrînê şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar derket û di encamê de çekdarek hat kuştin û 6 çekdarên din jî birîndar bûn.

Li Efrînê şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar derket û di encamê de çekdarek hat kuştin û 6 çekdarên din jî birîndar bûn.


Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, duhî êvarê şer di navbera Polîsa Leşkerî û grûpa Ehrar El Şerqiyê li nava bajarê Efrînê derket û di encamê de çekdarekî Ehrar El Şerqiyê hat kuştin û 6 çekdarên din ji her du aliyan birîndar bûn.


Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, ji encama wî şerê di navbera grûpên çekdaran de tirs û hov kete dilê xelkê sivîl û nedikarîn ji malên xwe derkevin.


Wî jêderî amaje bi wê yekê kir, ji dema dagîrkirina Efrînê ve, her car şer di navbera grûpên çekdar de derdikeve û di dema dawiyê de bi riya teqînan hevdu dikujin, ku her grûpek bombeyan bi otombîlên grûpa din ve  dike û teqîn rû didin û gelek caran xelkê sivîl jî dibin qurbaniyên nakokiyên di navbera wan grûpan de.

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?