Li Efrînê ENKS û PDK-Sê Roja Alaya Kurdistanê bi çalakiyekê pîroz kirin

.

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) û Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriya (PDK-S), bi boneya Roja Alaya Kurdistanê çalakiyek lidar xistin.

Encûmena Xwecihî ya Efrînê ya ser bi ENKSê ve, bi hemahengiya ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê, duh 17ê Berçileyê merasîmeke taybet ji bo pîrozkirina Roja Alaya Kurdistanê organîze kir.

Semînera "Ala Kurdî Pîroz e"

Çalakî li baregeha Encûmena Xwecihî ya Efrînê birêve çû. Di çarçoveya çalakiyê de semînerek di bin navnîşana "Ala Kurdî Pîroz e" hat pêşkêşkirin.

Di semînerê de, behsa dîroka Alaya Kurdistanê, giringiya wê ya di qonaxên cûda yên xebata neteweyî de û pîroziya wê wekî sembola nasname û yekîtiya gelê Kurd hat kirin.

Tevî rewşa taybet a herêma Efrînê, nûnerên ENKSê, endamên PDK-Sê û hejmarek ji welatiyên Efrînê beşdarî vê bîranînê bûn û dilsoziya xwe ji bo Alaya Kurdistanê nîşan dan.

Siyaset Haberleri

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist
Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin