Li Efrînê dîsa teqîn: 'Komên çekdar hevdu dikujin'

Li Efrînê dîsa teqîn: 'Komên çekdar hevdu dikujin'

Li bajarê Efrînê yê ku ji aliyê komên çekdar û artêşa Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, duh danê nîvro teqînek bi riya motorsîkleke bombekirî li kolana Siyasiyê ya Efrînê rûda.


Li gor zanyriyan di encama teqînê de ziyanên canî nebûne, tenê hin ziyanên madî gihîştine avahiyên derdora cihê teqînê.


Çend roj in li Efrînê teqîn bi awayekî zêde rû didin. Çalakvanên Efrînê jî dibêjin, grûpên çekdar bi xwe wan teqînan dikin, ji bo rewşa ewlehiyê têk bidin û xelkê Efrînê neçar bibin ji bajêr derkevin û koçber bibin.
Şeva borî jî teqînek li nava Efrînê li nêzîk gulistana li tenişt dibistana Şeriyê rû dabû, lê ti ziyan jê derneketibûn.
20ê Hezîranê jî otombîlek li nava Efrînê li nêzîkî folka Maratê teqiyabû û çekdarek hatibû kuştin û ziyanên madî gihîştibûn xaniyên derdora cihê teqînê.


Jêderên herêma Efrînê dibêjin, teqîn ji encama nakokiyên di navbera çekdaran bi xwe de tên kirin û hevdu dikujin ku doh birayê fermadarê grûpa Emşat Ebo Sexir çekdarek bi navê Zuhêr Ebo Ebdo kuştine.     
 

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?