Li Efrînê çekdarên girêdayî Tirkîyeyê 4 welatîyên kurd revandin!

Hate ragihandin komên çekdar ên li navçeya Şiyê ya Efrînê 4 welatiyên Kurd revandine û ber bi cihekî ne diyar ve birine.

Rêxistina Mafên Mirovan a li Efrînê belav kir, binpêkirinên revandina welatiyên Kurd ên Efrînê bi armanca standina pereyan û dizî û talankirinê berdewam in û grûpa Silêman Şah (Emşat) duhî 3 welatiyên navçeya Şiyê revandin.

Wê rêxistinê navê wan her sê welatiyan aşkere kir ku Xelîl Mistefa Şêxo, Şêx Ehmed Milhim û Ebû Tirkî Mistefa Memo ne.

Herwiha da zanîn jî, çekdarên girêdayî Îstixbarata Tirkiyê roja 8ê Adarê welatiyê bi navê Ehmed Mihemed Bilal ji gundê Çeqelê Orte ya ser bi Şiyê ve revandin û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

(k24)

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?