Li Efrînê çekdarên girêdayî Tirkiyê 8 kes revandin

Çekdarên girêdayî Tirkiyê li Efrînê dest bi ser hejmareke xaniyan de girt û 8 kes revandin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand, ku îro 25 Îlonê, çekdarên Ehrar El-Şam yên girêdayî Tirkiyê, bi ser gundê Kurzêlê yê ser bi navenda bajarê Efrînê ve girtin.

Li gor zanyariyên wê navendê çekdarên Ehrar El-Şam malên hejmarekê ji welatiyan kontrolkirine, zêr û pereyên nav malan ji xwe re birine û 8 welatiyên sivîl ji gundê navborî revandine.

Li gorî zaniyariyên navenda navborî, çekdaran 8 kesên ku ji gundê Kurzêlê revandine, ber bi cihekî ne diyar ve birine, û heta niha çarenivîsa wan ne diyare.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê aşkre kir ji destpêka meha Îlonê îsal û heta niha, hejmara kesên ku ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine girtin û revandin, gihiştiye 66 kesan.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê 18ê Adara 2018an di encama êrişeke berfireh de ketibû destê leşkerên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve.

 

Kurdîstan Haberleri

Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir