Li Efrînê çekdaran hunermendekî Kurd piştî îşkenceyê li hember pere berdan

Çekdarên grûpa Sultan Sulêyman Şah ku grûpeke ser bi Tirkîyê ve ye, li Efrînê hunermendekî gelêrî yê Kurd piştî ku bi dijwarî îşkence kirin, li hember pere berdan.

Navenda Nûçeyan - Li gor Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, wan çekdaran hunermendê gelêrî yên Kurd Seîd Hisên ku xelkê gundê Qermitliqê yê ser bi nahîyeya Şîyê ya Efrînê ve ye, roja 15ê Nîsanê girtibûn û bo dema 2 rojan ew bi tundî îşkence kiribûn.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê dibêje, çekdarên grûpa Sultan Sulêyman Şah ku weke Emşat jî tê naskirin, piştî wergirtina pere ji malbata wî hunermendê Kurd ê Efrînê, roja 17ê Nîsanê ew serbest berdane.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 2 salan e ku di kontrola artêşa Tirkîyê û komên çekdar ên Sûrî yên girêdayî Tirkîyê de ye.

Ji dema ku Efrîn di destê artêşa Tirkîyê û komên çekdar ên girêdayî Tirkîyê de ye, gelek binpêkarî di derheqê xelkê resen ên Efrînê de ku Kurd in, tên kirin û ew binpêkirin heta niha berdewam in.

Rudaw

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist