Li Efrînê bomebeyek bi otombîlekê de teqiya

Li Efrînê bomebeyek bi otombîlekê de teqiya

Jêderekî ji Efrînê ragihand ku, li bajarê Efrînê li nêzîkî meydana Newroz bombeyek bi otombîlekê de teqiya.

Li gor zanyariyên destpêkê, heta niha 2 kes birîndar bûne û ziyanên madî gihîştine dukan û malên welatiyan.

Li herêmên rojavayê Kurdistanê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatine dagîrkirin, her cara teqîn çêdibin û welatiyên sivîl dibin qurbanî.

Roja 14ê meha bûrî jî linava bajarê Efrînê otombîleke bombekirî teqiya bû û di encamê de 9 sivîlan canê xwe ji dest dan û 43 kes jî birîndar bûn.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?