Li Efrînê 4 sivîl hatin revandin û 100 darên zeytûnê hatin birîn

Hat ragihandin ku li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, çekdaran 4 sivîl revandin û herwiha 100 darên zeytûnê jî birîn.

 

Li gorî ragihandina Rêxistina Mofên Mirovan a Efrînê çekdaran kesê bi navê Reşîd Hisên Bekir ê 42 salî tevî jina wî ji gundê Qermîtliq ê Şiyê revand û ji bo berdana wî jî 3 hezar dolar fîdye dixwazin.

Dîsa çekdaran ciwanê bi navê Mihemed Hebeş ê 18 salî û bavê wî Reşîd Cemîl Hebeş ji navenda navçeya Şiyê revandin û ciwanê bi navê Ebdil Rehman Nîzam Dîn Şêx Mistefa jî piştî îşkenceyeke giran û standina fîdyeyê hat berdan.

Herwiha Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê daye xuyakirin ku çekdaran 27ê Îlonê jî 100 darên zeytûnê yên kesê bi navê Mihemed Silêman Ibrahîm ji gundê Hêkiçê yê navçeya Şiyê birîne ku ev jî ji ber nedana bacê kirine.

Li gorî zanyariyan li navçeya Bilbilê çekdar ji bo her dareke zeytûnê 2 dolaran ji xelkê distînin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyê jî ragihandiye ku ji destpêka meha Îlonê revandina 70 sivîlan hatiye belgekirin.

Kurdîstan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye
Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye
Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin