Li Efrîna dagirkirî komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 170 darên zeytûna birîn

Li Efrînê, milîsên “Lîwa El-Şemal” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, li navçeya Bilbilê, 120 darên zeytûnê yên şêniyê koçber Mihemed Hebîb ji şêniyên gundê Qurnê yê navçeyê birîn.

Li Efrînê, milîsên “Lîwa El-Şemal” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, li navçeya Bilbilê, 120 darên zeytûnê yên şêniyê koçber Mihemed Hebîb ji şêniyên gundê Qurnê yê navçeyê birîn.

Li gor zanyariyên ji Afrinpostê, Zevî li jêrî gundê Zarê dikeve û beşek ji êzingên wê firotin dikaneke bazirganiyê ya li taxa Eşrefiyê .

Herwiha heman milîsan, 50 darên din ên zeytûnê welatiyê Kurd ê koçber Menan birîn. Zeviyê wî, li bajarokê Bilbilê dikeve.

Hat destnîşankirin, xwişka welatî Menan xwest bi rengekî qanûnî nêzîkî erd bibe, lê belê milîsan ew ji nava erd revand û nehiştin nêzîkî darên zeytûnan bibe. Pişt re, milîsan bi zanabûn û bi giştî dar birîn û wek êzingan firotin.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê