Li DYAyê Bernie Sandersî dest ji berendamtîyê berdaye

Li DYAyê piştî ku Bloombergî dest ku berendamtîya demokratan berda, niha jî Sandersî heman biryar standîye. Joe Bîden bi tenê weke berendamê demokratan maye.

Navenda Nûçeyan - Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) berîya hijbijartinên ku dê di 3ê Çirîya Paşîyê ya 2020an de pêk were, Barnie Sandersê sosyalîst, berendamê Serokatîyê yê Partîya Demokratan eşkere kirîye ku wî dest ji berendamtîyê berdaye.  

Bi vî awayî Joe Bîden bi tenê weke berendamê Demokratan maye.

Partîya Demokratan wê di hefteya 17ê Tebaxê de li bajarê Mîlwaukeeya eyaleta Wîsconsîneyê bi fermî endamê xwe eşkere bik.

Partîya Komarparêzan jî di 24-27ê Tebaxê de li bajarê Charlotteya Bakurê Carolînayê kongreyekê wê pêk bînin û wê di kongreyê de Donald Trump, Serokê niha weke berendamê fermî yê partîyê eşkere bikin.

Li wî welatî di hilbijartinên 3ê Çirîya Paşîyê ya 2020an de ki bi ser bikeve dê di 20ê Kanûna Paşîyê ya 2021an de li Qesra Spî li ser kursîyê serokatîyê danişe

 

Bianet

Amerîka Haberleri

Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene
Trump karekî nû da Tom Barrack