Li Dukanê di xwepêşandanan de farmandarekî Pêşmergeyan şehîd bû  

.

Li başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê li navçeya Dukanê, li gundê Qamçoxê di encama xwepêşandanan de fermandarê Pêşmergeyan yê bi navê Eqîd Hemze Şarîatanî hat şehîd kirin.

Qeymeqamê Dukanê Sîrwan Lale Serhed  weha ragihandiye:

“Îro êvarê li gundê nêzî Dukanê li Qamçoxê xwepêşandan hatin kirin û rêya navbera Dukan û Silêmaniyê hat girtin. Her çendîn me xwest xwepêşandanan rawestînin jî cîgirê beşa 128 ê ya bi ser wezareta Pêşmerge Eqîd Hemze Şarîatanî bi sedemekî nayê zanîn jiyana xwe ji dest da. Gule neketiye bedena fermandarê me lê niha em cenaze dibin tiba edlî ya Silêmaniyê da em encama wefatê bizanibin.”

 

 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?