Li Duhokê çalakvanekê Kurdê Êzdî hat kuştin

Li Duhokê çalakvanekê Kurdê Êzdî hat kuştin

Ji ber pirsgirêkeke civakî, çalakvanê diyar yê Kurdê Êzdî Şêx Paşa Mehmûd li qezaya Sêmêlê, ya ser bi parêzgeha Duhokê ve hate kuştin, polîsê Duhokê jî dibêje, ku fermana girtinê bo çend kesan derketiye.

Di derbarê sedema kuştina wî çalakvanî de, berdevkê polîsê Duhokê got, ku berî salekê ji ber pirsgirêkeke civakî, teqe li Şêx Paşa hatiye kirin û fermana girtinê bo bikujan derçûye, û lêkolîn li ser bûyerê berdewam in.

Şêx Paşa Mehmûd, bi Bavê Şingalê dihate naskirin, çalakvanekî diyar yê Kurdên Êzdî bû, ji sala 2014an ve, ji ber êrîşa DAIŞê koçberî Duhokê bibû.

Bi rêya torên civakî û nîşandana keysên nexsweş û hejaran, karîbû alîkariya zêdetir ji 250 kesî bike, zêdetir ji 500 Milyon Dînar alîkarî li ser nexweş û hejaran de belav kirine.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?