Li Diyarbekirê 14 endamên sendîkaya perwerdeyê hatin binçavkirin

.

Li Diyarbekirê danê sibê Hêzên Gerînendehiya Ewlekariyê ya Diyarbekirê avêtin ser malên endamên Sendîkaya Perwerdeyê (Egitim Sen) a Şaxa Diyarbekirê û di encamê de endamên sendîkayê jî tê de 14 kes hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku polîsên Gerînendehiya Ewlekariyê ya Diyarbekirê danê sibê zû avêtine ser malên endamên Sendîkaya Perwerdeyê ya Şaxa Diyarbekirê û di encamê de endamên sendîkayê jî tê de gelek kes hatin binçavkirin.

Hêzên ewlekariyê yên ku avêtin ser malan, di nava malan de jî lêgerîneke berfireh kirin.

Hat zanîn ku di nava kesên ku hatine binçavkirin de endamên sendîkayê Zeynep Alak û Şenay Koç jî hene û di dema binçavkirinê de çi agahiyek bo wan nehatiye dayîn ku ji ber çi tên binçavkirin. Li gorî ku agahiyên hatine bidestxistin 14 kes hatine binçavkirin.

Kesên ku hatin binçavkirin ji bo wergirtina îfadeya wan bo Gerînedehiya Ewlekariyê ya Diyarbekirê hatin veguhestin.

K24

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê