Li Dîlokê teqîn: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan  

.

Li nexweşxaneyeke bajarê Dîlok ê Bakurê Kurdistanê teqînek çêbû û di encama wê teqînê de, 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Nexweşxaneya Zanîngeha SANKO, di destê sibehê de, di beşa lênêrîna awarte de ji ber amûra oksîjenê şewat derket.

Şewat, bi hewldana karmendên nexweşxanê û bi alîkariya ekîba Agirkuj a Şaredariya Dîlokê, di demeke kin de hat temirandin. Lê di encamê de, 7 ji nexweşên di lênêrîna awarte de dihatin dermankirin û 1 ji nexweşên bo nexweşxaneyeke din dihat neqilkirin, jiyana xwe ji dest dan.

Navên kesên ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dan wiha ne:

Mehmet Reşit Saydanoglu (75), Fethiye Kırca (78), Naciye Ulukutuk (56), Abdi Hamzaoglu (68), Elif Akgul (85), Okkaş Akbulut (69), Kahraman Taş (71) ve Ali Saffet Kanpolat. (64)

Herî dawî di daxuyaniyê de hat diyarkirin, 14 nexweşên di beşa lênerîna awarte de dihat dermankirin, hinartin nexweşxaneyên din ên guncaw. Di derbarê bûyerê, dest bi lêpirsîna dadî û îdarî hat kirin.


 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê