Li Dîlokê bûyera trafîkê: 4 mirî û 9 birîndar

Di encama bûyereke hatinûçûnê de li navçeya Nizîbêê ya Dîloka Bakurê Kurdistanê 4 kesan canê xwe ji dest dan û 9 kes birîndar bûn.

Ew bûyer li navçeya Bêlqiz ser bi Dîloka Bakûrê Kurdistanê ve çê bûye, û li gorî gotina şahid halan, yek ji otombîlan di dema serpêçî kiriye, ku bûye sedema derketina wê bûyerê.

Bi sedema bûyera trafîkê a li ser rêya di navbera Dîlokê û navçeya Bêlqizê, rê bo heyama 2 saetan ji çûn û hatine re hat girtin.

Li gor zanyariyan li ser wê rêyê, li nêzikî Taxa Sînan ya ser bi Bêlqizê ve du otomobîl li hev ketin û kamyonek û otomobîla polîsan ên li pey wan dihatin jî li wan dan.

Li ser agahdarkirina xelkê derdorê, tîmên tendirustî û hêzên emnî gihiştin cihê bûyerê û birîndar bo nexweşxaneyên Dîlokê hatin şandin.

Di encama wê bûyera trafîkê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 9 kesên din jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku di otomobîka polîsan de 7 kesên ku hebûn birîndar bûn. Cenzayên 4 kesên ku li cihê bûyerê canê xwe ji dest dane bo otopsiyê birin morga Tib a Dadê li Dîlokê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hat destpêkirin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?