Li Dersimê şahiya Khal hat lidarxistin

.

Şahiya Khal a ku elewî wek sersala nû qebûl dikin bi çalakiyekê hat pîrozkirin. 

Şahiya Khal (pîrik û kalik) a ku Şaredariya Dersimê li dar dixe li gorî salnameya hîcrî weke sersala nû tê qebûl kirin. Ev şahiya Khal, ji ber şewba vîrûsa koronayê bi wesayitan tax bi tax hat gerandin, anons hatin kirin û bi govend gerandinê hat pîrozkirin. Koma ku cil û bergên rengîn li xwe kirin, sala nû ya welatiyan pîroz kirin. Piştî çalakiyên li taxan, ji bo pîrozkirina şahiya Khal, kom li Qada Seyîd Riza hatin ba hev. 

Hunermend Kemal Kahraman ê ku beşdarî çalakiyê bû diyar kir ku Khal di bingeha xwe de meha îbadetê ye.

Piştî axaftinê lokme hatin belavkirin û bi diayan mûm hatin pêxistin.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?