Li Dêrsimê nêçîrvanên pezkoviyan hatin cezakirin

.

Li navçêya Pilemûriyê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê ji komeke qelebaxlix a nêçîrvanan, 3 nêçirvanên ku pezkovî kuştibûn hatin girtin û li her yek ji wan  27 hezar û 777 Lîreyê Tirkî ceza hat birîn.

Ji bo nêçîra pezkoviyên ku di bin parastinê de ne, komek nêçîrvan ji Erzîngana Bakûrê Kurdistanê diçin navçêya Pilemûriya Dêrsimê û li wê derê pezkoviyek dikujin. Gava gundiyek bi navê Huseyîn Yildiz bi rewşê dihise, nêçîrvan pezkovyê li wê derê dihêlin û direvîn.

Li ser vê yekê cenderme û tîmên parkên netewî û parastina xwezayê yên şaxa Dêrsimê dikevin pey şopa nêçîrvana û 3 kes ji wan digrin.

Piştî ku îfade nêçîrvanan hat girtin, ji bo her yekê 27 hezar û 777 Lîrayê Tirkiyê ceza hat birîn. Herwiha dê cezayê pere yê îdarî jî li wan bê birîn.

Hat zanîn ku kesên çûbûn nêçîrê bi awayek organize û bi hejmarek wesayîtan çûne û hinek ji wan pezkovî kuştiye û hine ji wan jî pezkovî hilgirtiye û çekên nêçîrê di otomobîla xwe de veşartine.

Ji bo girtina nêçîrvanên reviyane, lêkolîn hatiye despêkirin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?