Li Dêrsîmê ji malbatekê 3 kesan canê xwe ji dest dan

Li Dêrsima Bakûrê Kurdistanê di encama bûyereke trafîkê de ji heman malbatê 3 kesan canê xwe ji dest dan.

Li Dêrsima Bakûrê Kurdistanê di encama bûyereke hatinûçûnê de ji heman malbatê 3 kesan canê xwe ji dest dan.


 

Bûyer li ser rêya Îstîklalê ya li navçeya Pêrtag a Dêrsimê, duh danê êvarî çê bû û du otomobîl li hev qelibîn.


 

Di encama wê bûyera hatinûçûnê de, 3 kesan canê xwe ji dest dan, ku ji malbatekê ne û 2 kes jî birîndar bûn.

 

Li gor zanyariyan, jina bi navê Husniye Uysal li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û hevjînê wê Ahmet Uysal li nexweşxaneya Dêrsimê û zarokê wan Eren Baysal jî ku bo nexweşxaneya Xarpetê hatibû rakirin, ji ber giraniya birînan canê xwe ji dest dan.


 

Herdu kesên di otomobîla din de jî ku birîndar bibûn, bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê hatin rakirin.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?