Li Dêrsimê bo 15 rojan çalakî hatin qedexekirin

.

Parêzgariya Dêrsimê li Bakurê Kurdistanê ragihand, ku ji ber pandemiya Coronayê çalakiyên di nav bajêr de ji bo 15 rojan hatine qedexekirin.

Li gorî daxuyaniya parêzgariyê, pandemiya Coronayê li ser tendirustiya gel xetereke mezin çê dike û ji bo vê xeterê nehêlin û temasa di nav civakê de kêm bikin û pêşî li nexweşiyê bigrin, weke tedbîr biryara ragihandina qedexeya çalakiyan li sînorê vê parêzgehê hatiye dan.

Di daxuyaniya parêzgariyê de, ji xeynî çalakiyên fermî hemû çalakiyên din hatine qedexekirin.

Weke di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, 15 roj qedexeya çalakiyan ji roja 13ê Kanûna 2020 demjimêr 00:01 destpê dike heta 27ê Kanûna 2020 saet 23:59 berdewam dike.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?