Li Dêrsimê agir bi kafeyeke 2 qatî ket û bû xwelî

.

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê agir bi kafeyeke 2 qatî ket û hemû şewitî. Bûyer, berê sibehê li Taxa Mogultay ser rêya Pulurê qewimî.

Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar, tîmên berevaniya şaristanî, polîs û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin.  Agir ji aliyê tîman ve hat vemirandin lê tiştek di kafeya 2 qatî de nema û bû xwelî.

Heta niha nayê zanîn ka ji ber çi agir bi wê kafeyê ketiye. Lê hatiye ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?